Ferizat Kaya
2017 ж. 16 қараша•Rojanekirin: 2017 ж. 16 қараша
ANKARA
Li ser rêbeja Enqere-Konyayê otobêsa rêwiyan gindirî newalê û di qezayê da 10 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan otobêsa fîrmaya Guney Turê ya bi pileqeya 31 FZ 101 ku Mistefa E. diajot, dema ji Stenbolê ber bi Hatayê va diçû li ser rêbeja Ankara-Konyayê gindirî newalê.
Piştî qezayê ambûlans û tîmên agirkujiyê û ekîba Avakirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) hatin cihê bûyerê.
Ekîbên gihîştin otobêsê ji wesayitê 11 rêwî, ajokar û alîkarê ajokar derxistin.
Ekîban 10 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Enqerêyê.
Hat ragihandin ku Mehmet Mistafa Eyê ajokar ku di qezayê da tiştek pê nehat, dê îfade bide.