QAHÎRE
Berdevkê Teşkîlata Îxwanên Muslumîn yê Misrê Ahmed Arif got: "Vê gavê li vir mîna 25ê Kanûna Paşîn çawa dixwestin ku em tune bikin ev jî bi heman şiklî tevdigerin."
Arif li Meydana Rabiatul Adewiyyeyê di civîneke çapemeniyê de der barê rewşa dawî û qetliyamê de wiha axivî: "Derbekar li hemberê demokrasîxwaz û aştîxwazan ketin tengasiyê, bêyî ku êdî nizanibin dê çi bikin, êrîş birine li ser welatiyan û qetliyam kirin. Vê gavê kirinên 25ê Kanûna paşîn li me tên kirin. Bi sebeba ev qas mirin û birîndariyan meydan hemû veguherîne nexweşxaneyan."
Êrîş birine li ser mizgeftan jî
Arif da zanîn ku derbekar bi zanatî dixwazin gel bitirsînin û ji hev belav bikin û wiha pê de çû:
"Êrîşkar hatine wê radeyê ku êdî birîndar û bijîşkên ku wan tedawî dikin jî dixine tora xwe. Li nexwaşaxaneyên li nêzî meydanan çavên bijîşkan ditirsînin da ku birîndar neyên tedawîkirin. Pêşî li ambûlansan dibirin. Êdî êrîş birine li ser mizgeftan jî."
Arif anî ziman ku bombeyên gazê yên ku tesîra xwe zêde ne, tên bikaranîn. Ji helîkopteran gule dibarînin û li çalakvanan nîşana guleyê tê girtin. Her wiha Arif Wezîrê Karê Hundur Muhammed Îbrahim û hin destûrmendên dewletê bi derewkarî û sextekariyê tawanbar kir.
Arif êrîş û qetliyamên li ser aştîxwazan şermezar kir û got: "Em raya giştî ya welatên din jî şermezar dikin ku li dijî vê yekê bê deng in. Yên ku vê qetliyamê kirine pê re jî neçariya xwe dane nîşan. Bi îzna Xwedê dê derbekar bi ser nekevin, em ê jî di paş de gav nevêjin û her li ser rêya xwe bin."
Arif bangî Şêxê Ezherê Ahmed et-Tayyîb kir û got: "Ey Şêxê Ezherê! tu bizanibî ku di îslamê de çîna rûhbanan tuneye! Êrîşkarên ku heya nava Mizgefta Ezherê tên û bêhurmetiyê didin nîşanê vê pîroziyê hene."