DOHA
Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê qirkirina li Qahîreyê şermezar kirin.
Bi îmzeya Serokê Yekîtiya Aliman Yûsûf El-Karadavî û Sekreterê Giştî Alî Karadagî daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û tê de destnîşan kirin ku bûyera li ser kesên li dijî derbeyê hatiye kirin, 'qelîameke kirêt e.'
Bang li artêş û polêsên Misrê hat kirin: "Bi tenê komêkî neparêzin, hemû gelê Misrê biparêzin." Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin ku berpirsyariya vê xwîna ku dirije derbekar û piştevanên wan in.
Di daxûyaniyê de li ser bangawaziya Wezîrê Parastinê yê Misrê General Abdulfettah es-Sîsî jî hat sekinandin û hat gotin ku hemû însan li ser vê yekê li hev bikin jî ji bo kuştina mirovên masûm, heq û destûra tu kesî tuneye. Ev heq û destûr him ji aliyê olî, him ji aliyê hiqûqî û him jî ji aliyê adetî ve betal e.
Di bangawaziyê de hat gotin ku gel ji hev bê qirqicandin dê encameke nexêr û giran derkeve holê û ji bo wê jî hat xwestin bila herkes li ser ya heq be.
Ji Ereban berteka qirkirinê
Tevgera Îslamî ya Fîlîstînê ku ji aliyê Fîlîstîniyên li Îsraîlê dijîn ve hatiye damezirandin, da xuyandin: "Ew qirkirina ku li qada Rabîatul Adeviyyeyê pêk hat, ji bo ew kesên ku li dinyayê parastina demokrasiyê dikin, çavkaniya şermê ye. Ew li hemberê vê bûyerê bê deng man û bûn şirîkê sûcê Abdulfetah es-Sîsî yê Wezîrê Parastinê yê Misrê."
Ji bilî Filîstînê ji Lubnan, Fas û Yemenê jî bertekên şermezariyê hatin dayîn