Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên hikûmetê hatin stendin, piştî ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) kontrola hin bajar û bajarokan kir destê xwe, artêşa Iraqê, Orgeneral Alî Muhsîn el-Fereycî û Orgeneral Hatem el-Maksusî ji bo rêvebirina operasyonên ku li bajarê Selahaddînê dijî komên çekdar tên kirin wezîfedar kir.
Ji bilî vê, li gor çavkaniyên herêmê, DÎŞI û komên çekdar ên mitefîqên DÎŞIyê 100 kîlomêtre ma ku bigihîjin Bexdayê.
Hatibû daxuyandin ku milîtanên DÎŞIyê û hêzên hin eşîran ji bilî Mûsil û Tikrîta bajarê wilayeta Selahaddînê, kontrola hin bajarên herêmê bi dest xistibû.
Ji aliyekî din ve hat îdiakirin ku DÎŞIyê ferman da milîtanên xwe ku ew ber bi paytext Bexda, Kerbela û Necefê ve herin.
Qeyda dengê ku tê îdiakirin ku yê berdevkê DÎŞIyê Ebu Muhammed el-Adnanî ye, di Youtubeyê de hat weşandin.
Adnanî di qeyda deng de ji milîtanên DÎŞIyê re wiha dibêje: "Ji bo çûyîna Bexda, Kerbela û Necefê amade bibin ku em ê tolê hildin."
Adnanî îdia dike ku "Şer hê gur nebû, şer dê li Bexda û Kerbelayê gur bibe" û wiha dewam dike: "Çiqas ax bikeve destê me jî, em jê paşve nakişin. Bila Rafizî êdî gav neavêjin axa ku em ê bi dest bixin."