Wezîr Mistefa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li herêmên nêzî navçeya Hawîceya Kerkûkê pevçûn derketin û wiha pê de çû: "Di pevçûnên navbera pêşmerge û DÎŞIyê de 10 pêşmergeyên me mirin û 20 pêşmerge jî birîndar bûn."
Mistefa got ku herdu alî çend saet in ku topên hawanê diavêjin hev û wiha dewam kir: "Kontrola giştî ya Kerkûkê di destê pêşmergeyan de ye. Em ê ji vê herêm a ku em niha lê ne pêştir neçin cihekî. Hawîce jî tê de ji bo ku tu êrîşê neynîn ser Kerkûkê, em ê li vê herêmê bisekinin."
Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm jî hin navçe û nahiyeyên Kerkûkê ziyaret kirin. Walî got ku ji bo pevçûn li Kerkûkê dernekevin tevdîr hatin dîtin û wiha dewam kir:
"Divê gel rihet bibe û neke hewar. Hêzên me tevdîrên xwe dîtin. Kêmasiyeke mezin a Nûrî Malikî ye ku li hemû Iraqê pevçûnan dest pê kir."