30 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Fermandariya Hêzên Pasîfîkê yên DYAyê (PACOM) ragihand ku wan li hemberî ceribîna fuzeya balîstîk a nêvparzemîn a Koreya Bakur, ligel beşdariya unsûrên asîmanî yên Japonya û Koreya Başûr li ser asîmanê nîvgirava Koreyê bi firokeyên bordûmanê B-1Byê va pazûyên xwe nîşan da.
Di daxuyaniya nivîskî ya PACOMê da wiha hat gotin, "Ev peywir li hemberî ceribîna fuzeya balîstîk a nêvparzemîn a ku Koreya Bakur di 3 û 29ê tîrmehê da pêk anî û bû sedema gurbûna rageşiyê, hat bicihanîn."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku du firokeyên B-1B ji Baregeha Asîmanî ya Andersenê ku li girava Guamê ye, bi firê ketin û herwiha di seheya asîmanî ya japon da du firokeyên japon F-2 û di seheya asîmanî ya Koreya Başûr da jî çar firokeyên Koreyê F-15ê beşdariya wan kirin.
Hat gotin ku firoke li ser nîvgira nizim firîn û wiha hat dewamkirin:
"Di firîna ku qedera 10 saetan dewam kir da muretebatê ji bo pêşxistina şiyan û taktîkên xwe yên hevbeş, rahênana astengkirin û formasyonê kirin. Herwiha di heman demê da peywendiya xwe ya ku demeke dirêj e li herêma Îndo-Asya Pasîfîkê heye, bihêz kirin."
Di envantera Hêzên Asîmanî yên DYAyê da ji 3 cureyan 66 heb firokeyên bordûmana stratejîk hene ku yek jê jî firokeya B-1B ye. Leza firokeya B-1Byê ji ser leza deng ra ye.