Sevim Hatun
19 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnera Daîmî ya DYAyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haleyê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de Îran sûcdar kir û îdia kir ku li pişt hemû gefên ser ewlehî û aşîtiya Rojhilata Navîn Îran heye.
Haleya ku di civîna "Di Konseya Ewlekariya NYê de Filistîn û Rojhilata Navîn" de li ser Îranê û peymana nukleerê axivî, Îran bi zimanekî tund rexne kir. Haleyê Îran bi sûcê li herêmê dibe sedema teror û kaosê tawanbar kir.
- Rûsyayê li DYAyê rexne girt
Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê yê NYyê Vassily Nebenzia bal kişand ser axaftina Haleyê û got ku di rûniştina Konseya Ewlekariya NYê de mijar Filistîn e lê Haley bi tu awayî der heqê pirsgirêka Filistînê de neaxivî.
Nebenzia got ku di mijara Filistînê de tu pêşveçûn çênebû, em ji ber vê yekê xemgîn in û em piştgiriyê didin hewlên herêmî yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Îsraîl-Filistînê.