İbrahim Atmaca
19 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
BEXDA
Daraza Iraqê bi hinceta ku ji bo yekîneyên rêveberiya navendî gotina "hêzên dagirker" bi kar aniye, der heqê Kosret Resûlê Alîkarê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da biryara girtinê derxist.
Berdevkê Rêvebiriya Daraza Bilind a Iraqê Ebdusettar Bayraktar li ser mijarê daxuyaniya nivîskî weşand.
Bayraktar di daxuyaniyê da got ku Dadgeha Lêkolînê ya Rîsafayê ku girêdayî Rêvebiriya Darazê ya Bilind e, bi hinceta ku seba polês û yekîneyên artêşê yên li Kerkûkê gotina "hêzên dagirker" bi kar aniye, der heqê Resûl da biryara girtinê derxist.
Berdevk Bayraktar diyar kir, ev gotinên Resûl ji bo Hêzên Çekdar ên Iraqê "heqaretê dihewîne û gijgijandinê teşwîq dike", biryara girtina wî li gor qanûna cezayê ya ku hejmara wê 226 e hat dayîn.