22 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2016
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Wezareta Karên Derva ya DYAyê tesdîq kir çekên ku milyarek û 950 milyon dolarî digre bifroşin Iraqê.
Di daxuyaniya Ajansa Tevkariya Ewlekariya Parastinê ya DYAyê da hat diyarkirin ku 33 hezar fîşengên F-16ê, amûrên şer û piştgiriya lojîstîkê ewê bi milyarek û 950 milyon dolarî bê firotin û Wezareta Karên Derva ya DYAyê jî ev danûstandin tesdîq kir. Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Kongre jî hat agahdarkirin û ev danûstandin li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hat kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ev firotin hem kêrî aboriya DYAyê tê hem jî kêrî welatê ku kirî tê.