01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
WASHINGTON
Wezareta Karên Derve ya DYAyê dijî îxtimala êrîşên terorê hişyarî da welatiyên xwe yên ku dê vê havînê seyahatê Ewropayê û nava Ewropayê bikin.
Wezareta Karên Derve bi navê "hişyariya seyahata Ewropayê" li malperê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li tevahiya Ewropayê dijî êrîşên terorê yên muxtemel hişyarî dan welatiyên DYAyê, divê di organîzasyonên mezin de, li restoranan, wesayîtên gihandina komî, li navendên dan û sitandinê û li qadên tûrîstîk baldar bibin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku dibe ku ev hişyarî di 31ê tebaxa 2016an de xilas bibe û wiha hat gotin: "Li Ewropayê di mehên havînê de cihên ziyaretê yên tûrîstan û bi taybetî organîzasyonên mezin dê di hedefa kesên ku êrîşa terorê plan dikin de be."
Di daxuyaniyê de bi bîr xistin ku li Fransayê di navbera 10ê hezîranê û 10ê temûzê de organîzasyona Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê bê kirin û dan zanîn ku organîzasyonên bi vî awayî ji bo kesên difikirin ku êrîşa terorê bikin "hedefa muxtemel" e.
Her wiha hat diyarkirin ku ji ber Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê ya Fransayê û "Tour de France" pêşbaziya bisîkletê ya ku dê di navbera 26-31ê temûzê de bê kirin rewşa derasayî ya li welêt heta 26ê temûzê dirêj kirin.
Li Polonyayê jî ji ber "Roja Ciwanên Dinyayê ya Dêra Katolîk" a ku dê di navbera 26-31ê temûzê de bê kirin dê 2,5 milyon ziyaretvan bên welêt û dan zanîn divê welatiyên DYAyê baldar bin.