HEWLÊR
Partiyên muxalefeta Rêveberiya Herêma Kurdistana Îraqê (RHKÎ) li hemberî dirêjkirina maweya serokatiya Barzanî biryar dan ku rûniştinên meclisê boykot bikin.
Destûrmendên partiyên Goran, Yekgirto, Komala Îslam û Partiya Paşerojê ya Kurdistanê, li Silêmaniyê civiyan û biryar dan ku ji 20 tebaxê pêve rûniştinên meclisê boykot bikin. Van her 4 partiyên muxalefetê, piştî civînên 2 rojan ev biryara hevpar eşkere kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Komala Îslam Aram Qadir, ji nûçegihanê AAyê re wiha axivî: "Em dê 4 partiyên muxalefetê, li hemberî vê yekê hemû parlamenterên xwe ji meclisê bikşînin û hemû têkiliyên bi meclisê re bibirin. Em ê ji 20 tebaxê ku meslis vedibe pêve rûniştinên meclisê boykot bikin."
Berpirsyarê Tevgera Goran ê Hewlêrê Bîrzo Mecîd jî, dirêjkirina maweya serokatiya Barzanî wek derbeyeke siyasî bi nav kir.