KERKÛK
Li bajarên Iraqê yên ku neft tê derxistin ji butçeya bajêr re serê warîlekê dolarek tê dayîn. Li gorî qanûna nû ev ê derdikeve 5 dolaran.
Parlementerê Iraqî Sîrwan Ahmed, ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku qanûn li Parlamentoya Iraqê tê guftûgokirin û tê hêvîkirin ku di rojên pêş de were erêkirin.
Ahmed, diyar kir ku bi zêdebûna hatiniyê dê dibistan, nexweşxane û xizmetên binesaziyê ji butçeya bajaran werin çêkirin û wiha dewam kir: "Ji butçeya bajarên wek Kerkûk, Basra û Mîsanê ku neft tê derxistin serê warîlekê dolarek tê dayîn. Heke qanûna nû were erêkirin ev yek dê derdikeve 5 dolaran. Îcar hewcehiya van bajaran, bi hikûmeta navendî namîne û dê karibin bi vê butçeyê xwe bi rê ve bibin."
Ahmed, dest nîşan kir ku bi vê qanûna nû dê rêveberiyên deverî bihêz bibin û wiha pê de çû: "Piştî ku ev qanûna nû were erêkirin, rêveberiyên bajaran dê karibin biryarên xwe bidin. Artêşa Iraqê, dê mecbur bibe ku ji bo tevgerê bi rêveberiyên bajaran bişêwire. Lewra biryardayîn dê di destê wan rêveberiyên bajaran de be. Ango êdî hikûmeta Bexdayê dê her tiştî kontrol neke."