Nihat Kavşut
22 Îlon 2018•Rojanekirin: 22 Îlon 2018
TEHRAN
Elî Huseyînzadeyê Alîkarê Waliyê Eyaleta Xûzistanê destnîşan kir di êrîşa li bajarê Ehwazê di merasima eskerî da hat kirin da 24 kes hatin kuştin û 53 kes birîndar bûn.
Huseyînzade diyar kir li Ehwaza li başûrê rojavayê Îranê di merasima salvegera şerê Îran û Iraqê da dema meşa eskerî dihat kirin êrîşa terorê hat kirin û di êrîşê da 24 kes hatin kuştin û 53 kes birîndar bûn.

Huseyînzadeyê daxuyanî da têlevizyona dewletê ya Îranê destnîşan kir di merasima ku rayedarên siyasî û eskerî beşdar bûn da ji êrîşkaran 2 kes kuştî û 2 kes sax hatin qefaltin.

Remezan Şerîfê Berdevkê Mihafizên Şoreşê yên Îranê destnîşan kiribû ku êrîşa li bajarê Ehwazê rêxistina El Ehwaziyeyê hildaye ser xwe.