Nihat Kavşut
22 Îlon 2018•Rojanekirin: 23 Îlon 2018
TEHRAN
Hejmara kesên ku li Ehwaza bajarê Îranê di êrîşa çekdarî da hatin kuştin derket 24an û hejmara birîndaran jî derket 53yan.
IRNAya ajansa fermî ya Îranê destnîşan kir li bajarê Ehwazê di merasima salvegera 38emîn ya şerê Îran û Iraqê da dema meşa eskerî dihat kirin êrîşa çekdarî hat kirin û hejmara kesên hatin kuştin derket 24an û hejmara birîndaran jî derket 53yan.

Hat diyarkirin di nav kuştiyan da esker û sivîl hene û dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Li gor agahiyan rojnamevan Yunus Purhuluyê di Kovara Esrî Cunûbê da dixebite jî di êrîşê da hat kuştin.