Hakan Çopur
22 Îlon 2018•Rojanekirin: 22 Îlon 2018
CARACAS
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva bi Jorge Arreazayê Wezîrê Karên Derva yê Venezuelayê ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û got, "Ne tenê bi Venezuelayê ra bi welatên din ra jî em dixwazin bi pereyê xwemalî bazirganiyê bikin. Em li dijî yekeya pereyê tu welatî nînin lêbelê dibê pere wekî amûra êrîşê ya li ser aboriya welatên din neyên bikaranîn.
Wezîr Çavuşoglu piştî hevdîtina li Caracasê bi hemtayê xwe yê Venezuelayê ra kir civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Çavuşoglu bal kişand ser têkiliyên di navbera Venezuela û Tirkiyeyê da û diyar kir ku piştî 19 salan cara ewil e wezîrê karên derva yê Tirkiyeyê tê vê derê û ji ber vê kêfxweş e.
Çavuşoglu bi bîr xist ku di van demên dawîn da Serokê Venezuelayê Nîcolas Maduro Tirkiye ziyaret kir, serokê herdu welatan tu dibê wekî birayan in, têkiliyên di navbera herdu welatan da her diçe pêş dikevin.
- "Dibê pere wekî amûra êrîşa li ser aboriya welatên din neyê bikaranîn"
Çavuşoglu destnîşan kir ku di têkiliyên bazirganiyê da pereyên herêmî nas dikin û wiha pê da çû:
"Ne tenê bi Venezuelayê ra bi welatên din ra jî em dixwazin bi pereyê xwemalî bazirganiyê bikin. Rêveberiya Amerîkayê pereyê xwe wekî amûra êrîşê bi kar tîne û ji ber vê jî welat dixwazin di bazirganiyê da pereyên xwemalî bi kar bînin. Em li dijî yekeya pereyê tu welatî nînin lêbelê dibê pere wekî amûra êrîşê ya li ser aboriya welatên din neyên bikaranîn."
Wezîr Çavuşoglu bi bîr xist ku di van demên dawîn da yekeya pereyan wekî amûra êrîşa li ser aboriyê tên bikaranîn û wiha pê da çû: "Tirkiye ji vir demekê berê bû hedef lêbelê di vê pêvajoyê da qewîn sekinî û ji bo aboriyê bi îstiqrar bimeşîne tevdîrên aboriyê hilda."
Çavulgolu got ku Venezuela ji heyameke krîtîk derbas dibe û wiha axivî: "Em wekî Tirkiye ji bo Venezuelayê û gelê wê çi ji destê me tê dikin. Hevkariya me ya aboriyê her diçe zêde dibe. Ev rewş ew ê kêrî herdu welatan jî were."