Dinya

"Li Yêmenê gel ji ber xelayê dest bi xwarina gîha kir"

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Berpirsê Karûbarên Mirovî Mark Lowcock: "Li Yêmenê ji ber birçîbûnê êdî meriv gîha û pelan dixwin."

Fatih Gazioğlu  | 22.09.2018 - Rojanekırın : 24.09.2018
"Li Yêmenê gel ji ber xelayê dest bi xwarina gîha kir"

New York

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Berpirsê Karûbarên Mirovî Mark Lowcock got li Yêmenê xela her roj mezin dibe û ji ber birçîbûnê êdî hin meriv gîha û pelan dixwin.

Mark Lowcock li ser krîza mirovî ya li Yêmenê diqewime agahî da Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY). Lowcock bal kişande ser pirsgirêka kêmasiya xurek û birçîbûna li welêt û wiha got:

"Êdî bi milyonan însan di bin rîskê da ne û dibe ku ji ber xelayê bimirin. Li Yêmenê gelek meriv perîşan in. Tiştekî xwarinê bi dest nakeve. Ji ber vê jî êdî gîha û pelan dixwin."

Li Yêmene Hûsiyan li birêvebiriya meşrû derbe kirin û ji îlona 2014an vir ve kontrola paytext Sanayê û hin herêman di destê Hûsiyan da ye. Hêzên koalîsyona di bin serkêşiya Erebistana Siûdî de jî ji adara 2015an vir va piştgiriyê didin hikûmeta Yêmenê.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî, li Yêmenê ji 22 milyonî zêdetir kes mexdûr in û hewcedariya wan bi alîkarî û parastinê heye.

Li welêt ava paqij tuneye û ji ber pirsgirêka xwarin û kêmasiya derman nexweşiyên mîna kolereyê her roj zêde dibin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın