İbrahim Atmaca
23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Bi hinceta ku rojnameya New York Timesê qasî têrê bike li ser guhertina îqlimê nûçe çênekirin, çalakiya protestoyê hat lidarxistin û 70 kes hatin binçavkirin.
Komek li ber avahiya New York Timesê ya Manhattanê civiya û bi hinceta ku rojnameyê qasî têrê bike li ser mijara guhertina îqlimê nûçe çênekirine, çalakiya protestoyê kirin.
Aktivîstê bi navê Eve Mosher di protestoyê da axivî û got ku ji bo guhertina îqlimê ecelebûn hewce dike û divê rojnameya New York Timesê her roj guhertina îqlimê têxe manşet.
Xwepêşandan veguherî kaosê û polêsê New Yorkê midaxale kir û daxuyand ku 70 kes hatin girtin.