Fatih Erel
31 Tebax 2026•Rojanekirin: 31 Tebax 2026
Futbolîstê navdar yê Arjantînî Lîonel Messî daxuyand wî dev ji lîstika futbolê ya di tîma neteweyî da berda.
Messî di daxuyaniya xwe da wiha got: "Piştî hemû vê dema ku ji li dû fînala Kupaya Dinyayê ya 2026an derbas bû û piştî gelek ramanan, ez dixwazim ji her kesî ra ragihînim ku ez ji tîma neteweyî teqawîd bûm."
Messî wiha dewam kir: "Ez bi bîranînên ku nayên jibîrkirin va xatir dixwazim. Ji bo ku min kêliyên wek xewnan li we û hevalên xwe yên tîmê da jiyîn, ez bi aramî û serbilindî vediqetim. Jiyîna vê yekê ya bi we hemûyan ra bêhempa bû. Ez ji we hez dikim! Spas ji Xwedê ra ku ez wek Arjantînî xuliqandim. Haydê Arjantîn! Min ev gotin di 21ê Tîrmehê da, du roj piştî fînalê nivîsandin. Îro piştî tiştên ku hatin serê bavê min, ez ji vê yekê bêtir bawer im."
Futbolîstê navdar yê 39 salî bi 125 golên ku di 207 pêşbirkan da avêtiye va dev ji futbola tîma neteweyî berda.
Jorge Messiyê bavê Messî di 8ê Tebaxê da di 68 saliya xwe da wefat kiribû.