Dinya

Li Îdlibê êrîş: 5 kuştî

Li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê balafirên şer ên rejima Beşar Esed êrîşî gund û bajarokan kirin, 5 sivîl hatin kuştin

Türkan Tosun  | 23.06.2019 - Rojanekırın : 24.06.2019
Li Îdlibê êrîş: 5 kuştî

İdlib

 Balafirên şer ên rejima Beşar Esed ji hewayê êrîşî Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê kir, jê 3 zarok tevahî 5 sivîl hatin kuştin.

Hêzên rejima Esed êrîşî bajarokên Kensafra û Bidamayê yên li ser navçeya Kefrenbîlê û gundên Cuzef, Kefer Battîh, Sfuhen, Îblîn, Ureynîbe û Marandê kirin.

Li gor çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumsipî), li Cuzeyfa gundê li başûrê Îdlibê rejimê êrîşa esmanî kir jê 3 zarok tevahî 5 sivîl hatin kuştin.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin, ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bibêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Çavkaniyên parastina sivîlan ragihandin ku li Sûriyeyê meha çûyî bi destê artêşa rejima Beşar Esed û terorîstên biyanî ku Îran piştevanê wan e 234 sivîl hatin kuştin.

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.