Haydar Şahin
23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 25 Hezîran 2019
Hat îdiakirin ku di navbera Hesen Rûhaniyê Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Îshaq Cîhangîriyê Alîkarî wî yê Ewil da niqaş derket.
Li gor xebera Entekhaba malpera nêzî hikûmeta Îranê, Serokomarê Rûhanî do di civînekê da ji Cîhangîriyê Alîkarê xwe ra got, "Hûn û reformîst li pey jitextdaxistina hikûmetê ne".
Di xeberê da hat destnîşankirin ku Cîhangîrî bersiv neda Rûhanî û civîn terk kir, Elî Laricaniyê Serokê Meclisa Îranê jî hewl da ku Cîhangîrî bide sekinandin.
Dîsa di xeberê da hat gotin ku Cîhangîrî çû mala xwe, ji do vir da hin wezîr hewl didin ku dîsa vegere, hat îdiakirin ku Mihemed Cevad Zerîfê Wezîrê Karên Derva jî ji bo navçîtiyê çû mala Cîhangîrî.
- Rojnameya Îranê derewand
Wekî mayîn Rojnameya Îranê ya nêzî hikûmetê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand û li gor peyamê rayedarekî nêzî hikûmetê yê nexwest navê wî were dayîn jî îdia derewand û diyar kir ku Cîhangîrî nika di civîna kabîneyê da ye.