17 Îlon 2019•Rojanekirin: 18 Îlon 2019
Li bakurê Sûriyeyê di navbera YPG/PKKya rêxistina terorê ya xwest ji Til Rifata dagir kiriye dizîka derbasî Ezazê bibe û Artêşa Azad a Sûriyeyê (AS) da şer derket û sîlahên giran hatin bikaranîn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, YPG/PKKyê bi şev hewl da ku dizîka têkeve Kefer Kaşîra li başûrê Ezazê û Malikiyeya li rojavayê bajêr û êrîş da destpêkirin.
YPG/PKKyê bi çekên giran va ji Til Rifata dagir kiriye êrîşî xeta eniya AASyê kir û kete pevçûnê.
AASyê pêşî li êrîşa rêxistina terorê birî.
YPG/PKKya bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji Efrînê hat derxistin dagiriya li Til Rifatê didomîne. Rêxistina terorê ji vê derê ra car caran êrîşî wargehên di bin kontrola AASyê da dike.