Dîmenên jiyana eskerî ya li herêma Sîachena ku di navbera salên 1984-2003yan da li wir pevçûn qewimîn lewra dibêjinê "qada şer a herî bilind ya dinyayê" ya ku li dora wê lûtkeyên nêzî 8 hezar mêtroyî bilind hene û wir di navbera Pakistan û Hindistanê da şer heye cara ewil di çapemeniya navneteweyî da ji hêla AAyê va hat kişandin.
Dîmenên jiyana eskerî ya li herêma Sîachena ku dora wê lûtkeyên nêzî 8 hezar mêtroyî bilind hene û lê di navbera Pakistan û Hindistanê da şer heye cara ewil ji hêla AAyê va hat kişandin. ( Behlül Çetinkaya - Anadolu Agency )
Herêm li sêgoşeya Pakistan, Çîn û Hindistanê da bi temamî ji çiyayên qeşa û bi berfê pêçayî pêk tê û bi Qeşaya Sîachena ku ji 70 kîlomêtroyî firehtir e piştî cemseran sêyemîn qeşaya herî mezin lê ye. Herêm ji ber wê wekî "cemsera sêyemîn" tê binavkirin.
Pakistan û Hindistan ji ber ku qeşa dewama Keşmîra binîqaş e li vê herêmê heq îdia dikin.
- Dema ku herdu artêşan siparîşa melzemeyên eskerî dan heman firmayê şer derket
Li gor peymana di sala 1949an da ya ku Xeta Kontrolê ya li Keşmîrê hat diyarkirin a di navbera herdu welatan da hakimiyeta qeşayê bi daxuyaniya "Ji Xeta Kontrolê ber bi bakur va" hat diyarkirin û ev yek jî ji hêla herdu welatan va cuda hat şîrovekirin.
Hindistan dibêje ku Qeşaya Sîachenê divê bi awayekî ku di nav sînorên wê da bimîne xet seranserê Çiyayên Saltoroyê ber bi bakur va biçe Pakistan jî îdia dike ku qeşa divê bi awayekê ku di Pakistanê da bimîne seranserê Derbasoka Qerequrumê be.
Welat ji ber vê li hev nakin û biryar dan ku esker bişînin herêmên ku heta 1984an lê esker tunebûn.Artêşa Hindistanê hîn bû ku artêşa Pakistanê jî siparîş daye firmayeke Îngiliz a ku jê ra melzemeyên eskerî yên ku di hewaya sar da tên bikaranîn, tedarik dike û operasyona ewil da destpêkirin.
Pakistanê bersiv da vê hemleya artêşa Hindistanê û li ser vê li herêma ku wekî "banê dinyayê1 tê qebûlkirin şerekî nehatiye îlankirin derket.
Di encama şer da Hindistanê ji sê paran du parê kontrola Qeşaya Sîachenê xist bin kontrola xwe û Qeşaya Baltoroyê jî ket bin kontrola Pakistanê.
- Esker ji bo ku bigihêjin cihê peywira xwe çendî rojan dimeşin
Piştî şerê Sîachenê gelek lûtke ketin destê artêşa Pakistanê. Ji wê rojê vir va herdu welat jî eskeran dişînin herêmên bin kontrola xwe da û wan deran cihên eskerî ava dikin.
Artêşa Pakistanê deriyên qereqolên li Sîachenê û jiyana eskerî ya wir cara ewil ji AAyê ra vekir. Birêvebirê Weşana Zimanên Dinyayê yê AAyê Mehmet Ozturk, nûçegihanên Îslamabadê yên AAyê Behlul Çetînkaya û Îslamuddîn Sajîd bûn nûnerên ewil ên çapemeniyê yên ku çavdêriya jiyana eskerî ya li herêma Sîachenê kirin.