Dinya

Li Îsraîlê gel ji bo hilbijartina xeternak ser sandoqê ye

Li Îsraîlê gel ji bo kariyera siyasî ya Serokwezîr Netanyahu û hilbijartina ku seba paşeroja Filistînê pir girîng e, li ser sandoqê dest bi dengdayînê kir

İbrahim Atmaca  | 17.09.2019 - Rojanekırın : 18.09.2019
Li Îsraîlê gel ji bo hilbijartina xeternak ser sandoqê ye

Quds

QUDS

Li Îsraîlê gel ji bo kariyera siyasî ya Serokwezîr Netanyahu û hilbijartina ku seba paşeroja Filistînê pir girîng e, li ser sandoqê dest bi dengdayînê kir.

6 milyon û 394 hezarî zêdetir hilbijêr ji bo ku 120 parlamenterî kifş bikin, îsal cara duyem e ku diçin ser sandoqê.

Ji bilî nexweşxane û girtîgehan, li navendan dengdayînê li gor saeta herêmî serê sibê di 07.00î da dest pê kir û wê di 22.00î da kuta bibe.

29 partî dikevin hilbijartinê.

Tê meraqkirin ku hilbijêrên bêbiryar û hilbijêrên Filistînî yên welatiyên Îsraîlê gelo wê herin ser sandoqê an na.

Di hilbijartina giştî ya 2015an da rêjeya beşdariyê ji sedî 71,8 bû, di ya 9ê nîsanê da jî rêjeya beşadriyê 68,4 bû.

Li gor texmînê di hilbijartinê da an Likuda partiya Netanyahu an Tifaqa Şîn û Spî ya Benny Gantzê Sererkanê berê wê qezenc bike.

Li welêt benda hilbijartinê 3,25 e û tê gotin ku ji 29 partiyan tenê 10 partî bikevin meclisê.

Li gor lêkolînên raya giştî tu poartî wê bi tena serê xwe nebe îqtidar, ji ber vê yekê jî hikûmeta koalîsyonê wê ava bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın