16 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
BRUKSEL
Nûnera Bilind a Peywendiyên Derva û Polîtîkayên Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogheriniyê destnîşan kir ku rêkeftina der heqê fealiyetên nukleerê yên Îranê da, ku Serokê hilbijartî yê DYAyê Donald Trump wekî "rêkeftineke herî xirab e" wesifand, delîlek e ku dîplomasî bi kêr tê û bona sepandina wê jî ewê berdewam bi her kesekî ku bixwaze ra bixebitin.
Konseya Peywendiyên Derva ya YEyê ku wezîrên karên derva yên welatên Ewropayê tîne cem hev, civiya. Wezîr dê bêtir li ser pêvajoya aştiya Sûriye û Rojhilata Navîn rawestin.
Nûnera Bilind a Peywendiyên Derva û Polîtîkayên Ewlekariyê ya YEyê Mogheriniyê beriya civînê daxuyaniyek belav kir û qala rêkeftina digel Îranê kir. Mogheriniyê diyar kir ku îro yekemîn salvegera rêkeftina der heqê fealiyetên nukleerê yên Îranê da ye û herwiha bal kişand ku di nava vê maweya ku bihurî da di warê peywendiyên bazirganî û aboriyê da pêşvaçûnên girîng çêbûn.
Mogheriniyê wiha xeberda, "Ji ber hindê, em bi delîlekî nîşan dide ku dîplomasî bi kêr tê û encamê dide va dest bi civîna konseyê ya sala nû dikin. YE, bona sepandina vê rêkeftina ku seba piraniya me pir girîng e dê berdewam bixebite."
- Nakokiya bi DYAyê ra
Ev daxuyaniya Mogheriniyê dide nîşan ku YE di vê mijarê da ji rêveberiya nû ya DYAyê cuda difikire. Donald Trumpê ku dê di 20ê rêbendanê da Serokatiya DYAyê hilde destê xwe, di hevpeyvîna xwe ya duhê da, ku di rojnameya Timesê da hat belavkirin, wiha gotibû, "Ez naxwazim bêjim ka ezê di mijara rêkeftina Îranê da çi bikim. Lêbelê ez ji rêkeftina Îranê razî nînim. Bi min, yek ji wan rêkeftinên herî xirab e ku heya niha hatine îmzekirin."