16 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
HEWLÊR
Bextiyar Şahiyê Şêwirmendê Çapemeniyê yê Serokê Herêma Kurdistana Irakê (HKI) Mesûd Barzanî ragihand ku îdiayên derbarê îstîfaya Barzanî ji seroktiya Herêma Kurdistanê, bê bingeh in.
Kefah Mehmûdê berdevkê Nivîsgeha Serokayetiyê ku ew îdia pê tê îsnadkirin ji bo nûçegihanê AAyê ragihand ku axaftina wî hatiye şewişandin.
Sala 2016an Barzanî danezanek belav kiribû û tê da destnîşan kiribû ku heger namzedek bedîlê wî hebe amade ye ku wezîfeyê dewr bike. Lê belê partiyên siyasî yên herêmê razî nebûn di demeke wiha da ku şerê li dijî DEAŞê berdewam bû, Barzanî dest ji kar berde. Ji nav partiyên siyasî yên herêmê tenê Tevgera Gorranê li dijî 2 sal dirêjkirina maweya serokatiya Barzanî derketibû.
Mesûd Barzaniyê ku di wezifeya xwe da berdewam e, îro bi mebesta beşdarîkirina Lutkeya Davosê gihîştibû welatê Swisreyê.