Abdullah Tel
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
LONDRA
Serokwezîra Îngiltereyê Theresa Mayê ji bo êrîşa bi çekên jehrî ya ku li Dumayê hat kirin got: "Heke ev êrîş ji hêla rejimê va hatibe kirin ji bo ku berpirsên vê rewşê hesab bidin me biryara helwesteke diyar da. Ev biryarek e ku me ji bo piştgirên rejima Esed jî da peyamek e. Rûsya jî ji bo wan yek e."
Mayê bi hempîşeyê xwe yê Danîmarkayî Lars Rasmussen ra li Kopenhagê hevdîtin kir û paşê jî di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî. Serokwezîra Îngiltereyê êrîşa bi çekên jehrî ya ku li Dumaya navçeya Xûtaya Rojhilatê ser Sûriyeyê qewimî jî "hovane" hesiband.
Di axaftina xwe da Mayê diyar kir ku Îngiltere di bin hemû şert û mercan da bikaranîna çekên jehrî şermezar dike û xwest ku ji bo bûyerên li Dumayê qewimîn jî demildest lêkolîn dest pê bike û wiha pê da çû: "Heke derkeve holê ku ev jî ji kirinên hovane yên rejima Esed a li hemberî welatiyên xwe disepîne yek be rejima Esed û Rûsya jî di nav da hemû piştgirên wî divê hesab bidin."
Mayê îdia kir ku Rûsya di salên dawîn da li Neteweyên Yekbûyî (NY) heqê xwe yê vetokirinê bi kar tîne û nahêle rê li ber mekanîzmayên bikaranîna çekên bi jehrî yên ku li Sûriyeyê tên emilandin bê girtin û xwest ku bila dawî li vê yekê bê.
Di êrîşa bi çekên jehrî ya ku rejima Sûriyeyê li Dumayê biribû ser deverên sivîl lê dijîn da 78 sivîlî can dabû.