Nihat Kavşut
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
ANKARA
Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) bi operasyoneke ku li Gabona dewleta Efrîqaya navîn dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) kir 3 serkirdeyên rêxistinê anîn Tirkiyeyê.
Li gor agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hilda MÎTê Osman Ozpinar, Îbrahîm Akbaş û Adnan Demironalê di nav endamên FETOyê yên li Gabonê da cî digirin bi operasyonekê qefalt.
MÎTê 3 serkirdeyên FETOyê ji Librevila paytextê Gabonê bi balafireke taybet anî Tirkiyeyê û teslimî meqamên edlî kir.
Ji ser endamên FETO/PDYê amûrên rêxistinê, 20 hezar 800 dolarê Amerîkayê, 12 milyon frangê Efrîqaya navîn (qederê 91 hezar û 711 TL) û cêhazên elektronîk yên curbecur derketin.
Li gor agahiyan Hakimtiya Cezayê Silhê ya Seydîşehirê û Hakimtiya Cezayê Silhê ya 5emîn ya Enqereyê der barê Ozpinar da ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorî ya çekdar" biryara qefaltinê derxistibû.
Hatibû tesbîtkirin Ozpinar Bylocka bernameya FETO/PDYê emilandiye.
Li gor agahiyan Hakimtiya Cezayê Silhê ya 5emîn ya Enqereyê der heqê Demironal da ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" biryara qefaltinê derxistibû.
Hakimtiya Cezayê Silhê ya 2yemîn ya Osmaniyeyê û Hakimtiya Cezayê Silhê ya 5emîn ya Enqereyê der barê Akbaş da ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorî ya çekdar" biryara qefaltinê derxistibû.
MÎT di çarçoveya operasyonê dijî FETOyê da li derveyî welêt bi gelek operasyonên serkeftî serkirdeyên rêxistinê anîbû Tirkiyeyê û teslimî meqamên edlî kiribû.