Dinya

Di Lûtkeya G-7ê da 68 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya Lûtkeya G-7ê ya ku li Biarritza bajarê Fransayê tê lidarxistin da 68 kes hatin binçavkirin

Haydar Şahin  | 25.08.2019 - Rojanekırın : 26.08.2019
Di Lûtkeya G-7ê da 68 kes hatin binçavkirin

Ile-de-France

Di çarçoveya Lûtkeya G-7ê ya ku li Biarritza bajarê Fransayê tê lidarxistin da 68 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya Waîtiya Pyrenees-Atlantique da hat diyarkirin ku di çarçoveya Lûtkeya G-7ê da 68 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê da nehat gotin ku gelo li ku derê hatine binçavkirin û rewşa wan çawa ne.

Wekî mayîn ji bo lûtkeyê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan. Bi taybetî ji ber îhtimala êrîşa terorê 13 hezar û 200 polês û 450 wezîfedarên agirkujiyê wê li ser kar bin.

Lûtkeya G-7ê ya 45an di mazûvaniya Fansayê da li bajarê Biarritzê tê lidarxistin.

Çalakvanên dijî lûtkeyê li der û dora Biarritzê çalakiyan li dar dixin. Çalakvanan do li Hendaye û Bayonneya bajarokên li nêzî Biarrritzê protesto kiribûn.

Polêsên Bayonneyê midaxele kiribûn û bûyer derketibûn, di bûyeran da 17 kes hatibûn binçavkirin, 4 polês birîndar bibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın