Önder Beyter
17 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2021
Hat ragihandin, hejmara kesên di erdheja ku 15ê rêbendanê li bajarê Majene yê eyaleta Sulawesiya Rojava ya Endonezyayê da mirin, derket 56an.
Serokê Navenda Zanyarî û Ragihandinê ya Ajansa Birêvabirina Afatê ya Neteweyî Raditya Jati di daxuyaniya da diyar kir ku ji bo pêwîstiyên operasyonel ji duh û pê va ji bo eyaleta Sulawesiyê, bajarê Majene û herêma Mamuju bi tevahî 4 milyar rupiah (250 hezar dolar) hat şandin.
Jati diyar kir ku li tevahiya herêmê ji 826 birîndaran, jê tedawiya 201ê li nexweşxaneyan didome, 47 jê li Mamuju û 9 jê jî li Majeneyê bi tevahî 56 kes di erdhejê da mirin.
Jati bal kişand ku li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.