Dinya

Li Endonezyayê çiyayê agirîn di nav 6 saetan da 36 caran teqiya

Li Cavaya Navîn ya eyaleta Endonezyayê Çiyayê Agirîn Merapî di 6 saetan da 36 caran teqiya.

Türkan Tosun  | 17.01.2021 - Rojanekırın : 18.01.2021
Li Endonezyayê çiyayê agirîn di nav 6 saetan da 36 caran teqiya

Jakarta Raya

 Li Cavaya Navîn ya eyaleta Endonezyayê Çiyayê Agirîn Merapî di 6 saetan da 36 caran teqiya.

Navenda Kêmkirina Afatên Jeolojîk û Volkanolojiyê (PVMBG) daxuyand di Çiyayê Agirîn ê Merapiyê da li gor saeta herêmî di navbera 00.00 û 06.00î da 36 caran teqîn çêbûn.

Hat daxuyandin toz û dumana ji çiya derket gihîşt 50 mêtroyî,.

Rayedaran daxuyand kesên ji herêmê hatine texliyekirin wê niha neyên şandin, rewşa herêmê wek asta tûtik da hatiye binavkirin, ji ber vê heta 5 kîlomêtro divê meriv nêzîkî der û dora çiya nebin.

Ji hêla din duh di Çiyayê Agirên Semeruyê da jî teqîn çêbûbû, toz û dûmana wê heta 4 hezar û 500 mêtroyî bilind bûbû.

Çiyayê Agirîn ê Merapiyê li Girava Cavayê ye û 2 hezar û 968 mêtre bilind e. Çiya di 2010ê da teqiyabû û 347 kes miribûn.

Pergala hişyariyê ya çiyayê agirîn wek "kesk", "zer", "tûtik" û "sor" yanî herî talûke ji 4 astan pêk tê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın