AGRI
Li Çiyayê Agiriyê yê li navçeya Bazîdê berfa ewil a demsalê barî.
Li çiyayê herî bilind yê Tirkiyeyê yê ku bilindahiya wê 5 hezar û 137 mêtre ye berfa ewil a demsalê barî. Cihê herî bilind yê Çiyayê Agriyê bi berfê spî bû.
Serê Çiyayê Agiriyê yê ku salê bi hezaran turîst hildikişinê, bi berfa ewil a demsalê spî bû. Li gor salên borî berf îsal zû barî û gelê herêmê li hemberî vê şaş û metel ma.