AGRI
Balyozê Emerîkayê Francis Ricciardone di bin çavnêriya rêberê xwe de meşa xwe ya li derbejêr jî biserkeftin qedand û hat demekê li otêlê bêhna xwe da. Ricciardone di daxuyaniya xwe ya ku da nûçegîhanê AAyê de diyar kir ku gera wan a li çiyayê Agriyê ya ku 5 rojan dewam kiriye û pir xweş derbas bûye.
Jina Balyozê NYEyê, herdu keçên wî û zavayên wî jî di vê meşê de bi wî re bûne.
Ricciardone piştî ku gera xwe ya li ser çiyayê Agriyê qedand û vegeriya dûpat kir ku dê gelek tûrîst bên çiyayê Agriyê û got: "Gelê vê derê pir mêvanperwer e û aştiyê dixwazin. Ev derana pir xweş in. Her kes li benda aştiyê ye û ji bo aştiyê jî bi hêvî ne. Ez bawer dikim ku dê ev pêvajo teqez biçe serî. Ez ji vê pêvajo û ji vî gelî gelekî hêvîdar im. Di rojên pêş me de ev der dê aram be. Ji Japonyayê, Îtalyayê, Efrîqa û Ewropayê dê gelek turîst bên û wekî me, ewna yê jî dê ji aliyê gelê herêmê ve gelekî xweş bên ezimandin.