Dinya

Li herêma Kaniya Aştiyê avakirina nexweşxaneya welidandin û nexweşiyên jinan berdewam e

Haydar Şahin  | 16.01.2021 - Rojanekırın : 16.01.2021
Li herêma Kaniya Aştiyê avakirina nexweşxaneya welidandin û nexweşiyên jinan berdewam e

Tel Abyad

 Li Til Ebyada bi Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê ji terorê hat paqijkirin înşaeta nexweşxaneya welidandin û nexweşiyan jinan dewam dike, pîlan dikin ku di nav 45 rojan da nexweşxaneyê temam bikin.

Li Til Ebyada navçeya Sûriyeyê ya li hemberî Eqçeqeleya navçeya Şanliurfayê xizmetên tenduristiyê yên Tirkiye bê pere dide bênavber dewam dikin.

Midûriyeta Tenduristiya Bajêr a Şanliurfayê û Wezareta Tenduristiyê ya Koalisyona Hêzên Şoreşger û Mixalif a Sûriyeyê li Til Ebyadê nexweşxaneya welidandin û nexweşiyan jinan ava dikin.

Li nexweşxaneya li ser 1600 qeremêtreyî tê avakirin ewê polîklînîkên nexweşiyên jiyan û weldandinê, nexweşiyên zarokan, emeliyatxane, laboratuvar û beşên nexweşiyên giran hebin.

Rayedaran gotin pîlan dikin ku di 45 rojan da nexweşxaneyê têxin xizmetê.

Li Herêma Kaniya Aştiyê Tirkiye li Til Ebyad û Resuleynê her yekî nexweşxaneyek û li gundan bi tevahî bi 11 navendên tenduristiyê va bê pere xizmeta tenduristiyê dide gel.

Bi operasyona Herekata Kaniya Aştiyê ya cotmeha 2019an va Tirkiyeyê navçeyên Til Ebyad û Resûleynê ji YPG/PKKya rêxistina terorê paqij kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.