Dinya

Di çalakiyên li Besraya bajarê Iraqê da 2 kes hatin kuştin

Haydar Şahin  | 09.11.2019 - Rojanekırın : 09.11.2019
Di çalakiyên li Besraya bajarê Iraqê da 2 kes hatin kuştin

Iraq

Di çalakiyên li Besraya bajarê Iraqê hatin lidarxistin da di encama midaxeleya hêzên ewlekariyê da 2 çalakvan hatin kuştin

Çavkaniyekî nexwest navê xwe bide yê ji Daîreya Tenduristiya Besrayê daxuyanî da nûçagihanê AAyê û diyar kir ku cesedê 2 çalakvanan anîn nexweşxaneyên li bajêr û bi dehan birîndar hene.

Çavkanî destnîşan kir ku herdu kesên hatin kuştin û kesên birîndar bûn bi fîşengên rastî hatine lêxistin, ji ber xaza rondikrêj jî gelek aciz bûn.

Wekî mayîn şahidên bûyerê gotin ku hêzên ewlekariyê midaxeleyî protestoyên li pêşiya Walîtiya Besrayê kirin, fîşengên rastî agir kirin û herdu kes jî bi wan guleyan hatin kuştin.

Roja pêncşemê jî hêzên ewlekariyê midaxleyî çalakvanên li pêşiya Walîtiya Besrayê kiribûn û 8 kes hatibûn kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın