Önder Beyter
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Li Sûriyeyê tawanbarkirina yek û din a di navbera Beşar Esed û rêxistina terorê PYD/PKK ya ku ev demeke dirêj e hevkariya hev dikin da zêde bû.
Li gorî nûçeya ajansa rejimê SANAyê, Esed duh li Şamê di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da wiha got, "Yên ku Amerîka di serî da xizmeta berjewendiyên welatên biyanî dikin, xaînê welatê xwe ne."
Li ser vê yekê serkirdeyên rêxistina terorê PYD/PKKyê daxuyaniyên dijber dan. Yek ji serkirdeyên rêxistinê yên li Hesekeyê Rêzan Kîlo wiha got, "Em sertîfîqaya welatparêziyê ji Esed wernagirin. Jixwe ne Esed, lê hêzên navneteweyî welat bi rê va dibin. Maweya derbasdariya rejimê xelas bû."
Ji xeynî vê, li ser hesabên medyaya civakî ya HSDya ku şaxeke paravan a rêxistinê ye jî wiha hat gotin, "Yê ku herî dawî dikare behsa babeta îxanetê bike, Beşar Esed û bermayiyên rejimê ne. Rejim bi xwe ye ku deriyê girtîgehan vekir û terorîst berdan."
PYD/PKK û rejima Esed ên ku ji destpêka şerê navxweyî vir va bi awayekî cidî pev neçûne, tê zanîn ku di gelek warî da hevkariyê dikin. Herdu alî bi hev ra bîrên neftê diparêzin û neftê bi hev ra derdixin. Dîsa perwerde û operasyonên leşkerî yên hevbeş jî dikin.
Li gorî pîvana nexşeya erdê ya bi destê AAyê, ji sedî 23yê xaka Sûriyeyê ku qedera 185 hezar kîlomêtrokare ye, di bin dagiriya PYD/PKKyê da ye.
Di 26ê îlonê da wezîrê karên derva yê rejimê Welîd Muelîm daxuyandibû ku ew dikarin li ser xweseriyê ligel PYD/PKKyê gotûbêjê bikin. Lêbelê di mizakereyên cotmeha borî da îstixbarata rejimê û rêxistinê li hev nekiribûn.