ekip
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Kalin ji bona li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) vetokirina Amerîkayê ya pêşnûmaya Qudsê wiha got: "Em biryara vetoyê şermezar dikin, rêvebiriya Amerîkayê hê xeletiya xwe nabîne, digel ku ji hemû dinyayê hişyarî hatin dayîn jî ji vê xeletiya xwe paşve gav navêje û ev jî merivan dike nav fikarê. Roja pêncşemê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wê bicive û ji bo vê mijarê deng bide. Em ê jî îro, sibê û heta pêncşemê xebatên xwe bê navber bidomînin."
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê di "Sempozyoma Alî Fuad Başgîl" ya bi destê Komeleya Fikra Mihafazakar va hat lidarxistin da axivî.
Kalin di xeberdana xwe da bal kişand ser biryara Amerîkayê ya li ser Qudsê ku wek paytextê Îsraîlê nas dike û wiha got: "Biryara Trump her çiqas biryareke xelet û bêhiqûq be jî jê xêr derket. Lewra ji sala 2011an vir va meseleya Filistînê ya didan jibîrkirin cardin hat rojeva hemû dinyayê."
Îbrahîm Kalin ji bona li Konseya Ewlehiyê ya NYê vetokirina Amerîkayê ya pêşnûmaya Qudsê wiha got: "Dengdayîn zehf girîng e. Ji bona biryara Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê li NYê bêhiqûq bê îlankirin di civîna Konseya Ewlehiyê da digel 14an bi rayek hat redkirin. Bi vetoya Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê biryar hat redkirin. Lewra ev bi xwe jî bi tena serê xwe nîşaneke girîng e. Amerîka tenê ma ye. Hemû dinya di mijara Qudsê da bi hev ra tevdigere. Ji bona nîşan dide di mijara Qudsê da li dinyayê tifaqeke mezin heye dengdayîna do girîng e."
"Tu hikûmê vê biryarê tuneye, ev careke din hat tesdîqkirin"
Kalin got ku balyozên beşdarî hilbijartinê bûne ji wan re gotine ew balyozxaneyên xwe nabine Qudsê û wiha axivî:
"Ji ber vê yekê carek din hat tesdîqkirin ku tu hikmê biryara Trump nîne. Em vê biryara vetoyê jî şermezar dikin. Hin bertek tên nîşandin, hemû dinya dijî vê biryarê yê, lê em dinêrin Amerîka dîsa jî paşve tu gavan naavêje, bi rastî ev tiştekî ecêb e. Roja pencşemê serê sibê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wê kom be û der barê vê mijarê de wê hilbijartinek bê kirin. Ji sisêya du par deng derkeve wê bê tescîlkirin ev biryara Trump biryareke hiqûqî nîne.
Ev tescîlkirin wê ji bo doza Filistîn û Qudsê bibe emsaleke girîng. Em jî heta wê rojê bênavber ji bo vê bixebitin. Em ê bînin bîra wan ku Quds malê wan yê firotinê nîne. Em nahelîn tu kes zirarê bide pîrozahiya Qudsê. Em ê vê nîşanî hemû dinyayê bidin."