Abdullah Tel
08 Hezîran 2018•Rojanekirin: 08 Hezîran 2018
ÎDLIB
Li Sûriyeyê di êrîşa hewayî ya li ser Îdliba nav sînorê herêma kêmkirina aloziyê da 35 sivîl hatin kuştin û 75 sivîl jî birîndar bûn.
Midûrê Parastina Sivîl (Kumsipî) a Îdlibê Mistefa Hac Yûsif daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Zerdeneya gundê Îdlibê bi şev êrîşa hewayî hat kirin.
Hac Yûsif diyar kir ku di nav birîndaran da 5 wezîfedarên Parastina Sivîl jî hene û wiha pê da çû: "Di êrîşa hewayî ya ku li Zerdeneya gundê Îdlibê texma bazarekê hat kirin da heta niha 35 kesên sivîl mirin û 75 sivîl jî birîndar bûn.
Yûsif destnîşan kir ku ewilî êrîşek hat kirin û dema ji bo xilaskirina birîndarên êrîşê xebat dihatin kirin êrîşeke din qewimî û herî zêde jî mirov di wê êrîşê da hatin kuştin.
Xana çavdêriya balafirê ya muxalifan a ku di daxuyaniya xwe ya ji ser medyaya civakî weşand da got: "Êrîş ji hêla balafirên şer ên Ûris ên bi tîpa SU 24 a ku ji Lazqiyeyê rabûn va hat kirin."