Abdullah Tel
08 Hezîran 2018•Rojanekirin: 09 Hezîran 2018
HONOLULU
Li Hawaiiya eyaleta Amerîkayê ji ber agirê ku ji Çiyayê Agirîn Kilaueayê pekiya ji 600î zêdetir xanî bûn xwelî.
Şaredarê Hawaiiyê Harry Kîm li herêma Hîloyê daxuyanî da çapemeniyê û got ku ji ber agirê ku ji Çiyayê Agirîn Kîlaueayê ya meha borî ketibû fealiyetê dirije ji 600î zêdetir xaniyên li herêmên Kapoho û Vacationlandê şewitîn.
Waliyê Hawaiiyê David Ige jî destnîşan kir ku ji bo mudaxeleya li afatê bê kirin ji herêmê ra 12 milyon dolar alîkarî kirin.
Ige diyar kir ku ekîbên polês, agirkujiyê û parastina sivîl nêzî 40 rojî ye bi şev û roj xebatên xwe didomînin.
Çiyayê Agirîn Kîlaueayê ji sala 1983yan vir çalak e û car caran lê teqîn çêdibin. Bi qasî 2 hezar kes ji ber xaza bijehr, agir, zinar û alava ji çiya dipekin, hatin texliyekirin.