Fatih Gazioğlu
22 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Li Hawaiya eyaleta Amerîkayê li Girava Oahuyê balafirek ket xwarê û 9 kes mirin.
Berdevkê Daîreya Ragihandina Hawaiyê Tîm Sakahra got ku balafir li bakurê giravê nêzî Balafirgeha Dîllînghamê ket xwarê.
Sakahra got ku di balafira ku modela wê Beechcraft Kîng Aîr bû da 9 kes hebûn û hemû mirin.
Pişt qezayê rêyên nêzî balafirgehê ji hatin û çûnê ra hatin girtin.
Der barê sedema qezayê da lêkolîn dewam dike.