Saadet Firdevs Aparı
23 Mijdar 2023•Rojanekirin: 23 Mijdar 2023
Li pireya ku Amerîka û Kanadayê digihîne hev wesayîtek teqiya, ji ber vê sînor hat girtin.
Di daxuyaniya ji Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) da hat diyarkirin ku li Pireya Raînbowê ya li ser Robarê Nîagarayê teqîn çêbû, li ser sedema wê lêkolîn tê kirin.
Rayedarên li derbasbûna sînor piştî ku wesayîta ji pireyê derbas dibû teqiya ji bo tevdîrê derbasbûna ji Pireya Raînbowê û 3 cihên derbasbûnê yên din ên ku Ontarîoya eyaleta Kanadayû û New Yorka eyaleta Amerîkayê digihine hev hatin girtin.
Di wêne û dîmenên ku ji ser çapemeniya civakî hatin parvekirin da dîmenên cihekî ewlehiyê yên ku di nav pêtan da maye xuya dike.