29 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
MÛSIL
Li Iraqê DEAŞê li rojavaya bajarê Mûsila ku di bin kontrola wan de ye, 21 sivîlên ku dixwestin birevin kuşt.
Wezîfedarê Hêzên Çalak ê girêdayî Wezareta Karên Hundir ê Îranê serpêl Mûsab el-Cûbûrî ragihand ku 3 malbatên ku zarok û pîrek jî di nav de, xwestine ku ji taxa el Îqtisadîna di destê DEAŞê de ye birevin. Milîtanên DEAŞê sivîlên bi çekên sivik direviyan kuştin. Cûbûrî got ku DEAŞ nahêle sivîlên ku mehsûr mane birevin.
Netewêyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di nav bera 17 sibat û 22yê adarê de li Mûsilê 307 sivîl hatin kuştin. 273 sivîl birîndar bûn.
Hêzên koalîsyona navnetewî di 17-23 adarê de li herêma Cedîdeya Mûsilê operasyona hewayî dabû destpêkirin û li gorî agahiyên wan "bêhemdî" ji 200î zêdetir sivîl kuştibûn. Hêzên koalîsyonê li ser vê bûyerê gotibûn bi nîşandana hêzên Iraqê operasyona hewayî hat kirin. Li ser vê jî çavkaniyên Iraqê ev derewandibû.