Elif Orhan
19 Sibat 2016•Rojanekirin: 22 Sibat 2016
ANKARA
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî telefonî Serokwezîr Ahmet Davutoglu kir û êrîşa terorê ya li Enqereyê şermezar kir û got ku bi Tirkiyeyê re di nav piştevaniyê de ne.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hatin bidestxistin Davutoglu û Barzanî îro li ser telefonê axivîn.
Barzanî di axaftinê de got ku êrîşa terorê ya menfûr a li Enqereyê şermezar dikin, bi Tirkiyeyê re di nav piştevaniyeke tam de ne.
Serokwezîr Davutoglu jî spasiya Barzanî kir û destnîşan kir ku êrîşa terorê ya li Enqereyê ne tenê dijî Tirkiyeyê ye di heman demê de dijî HKIyê ye jî, Tirkiye dê têkoşîna xwe ya bi terorê re bi biryardarî berdewam bike, di vê çarçoveyê de bi HKIyê re di serî de PKK dê hevkariya xwe ya di mijara têkoşîna dijî terorê berdewam bikin.
Davutoglu û Barzanî di axaftinê de li ser geşedanên li herêmê jî sekinîn.