Elif Orhan
20 Sibat 2016•Rojanekirin: 21 Sibat 2016
HEWLÊR
Serokê Parlementoya Iraqê Selîm el-Cûbûrî diyar kir ku dê operasyona ji bo ku Mûsilê ji destê DAEŞa rêxistina terorê rizgar bikin, di demek nêz de bê kirin.
Serokê Parlementoya Iraqê Cûbûrî di Konferansa Eşîrên Mûsilê ya Yekemîn a ku bi beşdariya Waliyê Mûsil Newfel Siltan Hamadî, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, fermandarê yekîneya operasyonên Mûsilê General Necîm Cûbûrî û nûnerên 200 eşîrên li Mûsilê li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê hat kirin, de axivî.
Cûbûrî piştevniya di navbera eşîran de destnîşan kir û got ku "Piştevanî û bihevrebûna eşîran nîşan dide ku em nêzî rizgariya bajêr bûne. Ev civîn îspata wê yekê ye ku em nêzî rizgariyê bûne. Piştî rizgarkirina Ramadî û hawirdora wê ez wisa bawer dikim ku rizgariya Mûsilê jî nêz e. "
Cûbûrî li ser amadehiyên operasyona Mûsilê jî sekinî û wiha axivî:
"Wextê destpêkirina operasyonê nêz bû. Bi vîna hêzdar a rayedarên idarî û eskerî hêzên pêşmerge û eşîran ev pêvajo dê pêş bikeve. Ev hêz dê dest bidin destên hev û Mûsilê ji rêxistina terorê xilas bikin. Ji bo operasyona Mûsilê her cure amadehî divê bê kirin. Her kes jî di vê mijarê de divê arîkarî bike. Her kes jî divê di vê mijarê de arîkarî bike. Divê arîkariya çekan dibin yekîneyên ku dê beşdarî operasyonê bibin û hêzên pêşmergeyan. Ev şerê me ye. Ji bo ku gel vegere malên xwe, li herêmê asayîş û îstiqrar bê pêkanîn divê rêxistina terorê têk biçe.""
- "Piştî ku DAEŞ hat derxistin divê tu hêzên milîs li Mûsilê nemînin"
Cûbûrî ji ber arîkariya ku da koçberên ku ji Mûsilê reviyan bajarên Hewlêr û Dihokê spasiya Herêma Kurdistanê kir û wiha axivî: "Eleqeya ku Herêma Kurdistanê û gelê wê nîşanê koçberan da, dê bikeve dîrokê: Lê belê hewcedariyên koçberan zêde bûne. Herêma Kurdistanê tenê serê xwe nikare ji bin vê barê derkeve."
Cûbûrî hember îxtimala pevçûna di navbera hêmanên etnîk ên li herêmê hişyarî da û axaftina xwe wiha qedand:
"Her kes di vê mijarê de divê baldar be. Piştî rizgarkirina Mûsilê divê em li ser du mijaran bisekinin. Ya yekem, divê neyartî ji holê bê rakirin û ji bilî yekîneyên ewlehiyê yên dewletê li herêmê tu hêmanên çekdar nemînin. Divê desthilatdariya qanûnan bê qebûlkirin. Ya duyem jî divê temamiya wilayeta Mûsilê ji terorê bê paqijkirin. Hemû eşîr di vê mijarê de li hev dikin. Piştî ku DAEŞ hat xilaskirin divê tu hêzên milîs lê nemînin."
- "Çekên gelekî hêzdar gihandin destê yekîneya operasyonê"
Fermandarê yekîneya operasyonên Mûsilê General Necîm Cûbûrî jî qal kir ku di çarçoveya amadehiya operasyonê de çekên hêzdar gihandin wan û wiha axivî: "Çekên gelekî hêzdar gihan destê yekîneya operasyonê. Ez dikarim bibêjim ku çekên di destê me de di destê tu hêzên eskerî yên li Iraqê de tune. Em dê Mûsilê ji destê pîs ê rêxistina terorê ya ku her cure wehşetê dike, xilas bikin."
Cûbûrî bal kişand ku Serokwezîr Heyder el-Ebadî gelekî girîngî dide operasyona Mûsilê û wiha axivî: "Birêz Ebadî da zanîn ku dê ew bi xwe operasyonê bi rê ve bibe. Em bi yekîneyên ku me li hawirdora Mûsilê bi cî kir şev û roj ji bo ku amadehiyan temam bikin dixebitin."
Serokê Meclisa Bajêr ê Mûsilê Beşar Kîkî jî destnîşan kir ku dê rola eşîrên sunî yên ereb di operasyonê de diyarker be û qal kir ku divê hemû hêzên li herêmê hevpar tevbigerin.