Civîna Komîteya Amadehiyê ya Konferansa Neteweyî ya Kurdan piştî du mehan îro li bajarê Erbîlê yê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) dest pê kir.
Civîn li avahiya Dîwana Serokatiyê ya HKIFê tê kirin û ji çapameniyê re girtiye. Serokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk, Parlamentera BDPê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Endamê Polîtburoya HKIFê Sadî Ahmed Pîre jî di nav de, bi tevahî 21 endamên komîteyê beşdarî civînê bûn.
Komîteya ku piştî du mehan civiya dê amadehiyên ku heta niha ji aliyê Dîwana Serokatiyê ve hatine kirin binirxîne. Li gor amadehiyan dê biryara kongreyê bê girtin ku dê kongre di 25ê mijdarê de bê kirin an na. Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xistin, di mijarên ku dê ji kîjan welatî kîjan delege bên, kî bên vexwendin û di amadehiyên teknîkî de hin pirsgirêk hene. Ji ber vê jî dibe ku kongre cara 3yan bê taloqkirin.