Hat ragihandin ku di bagera Haiyanê ya li 6 giravên Fîlîpînlerê pêk hat de zêdetirî 10 hezar kes mirin û xisareke mezin gihişt mal û milkan.
Peywirdarên li girava Leyteyê diyar kirin ku li gor agahiyên di dest wan de, bi tenê li bajarê Taclobanê nezikî 10 hezar kes mirin. Piraniya van kesan di avê de xeniqîn, hin jî di bin avahiyên hilweşiyan de man.
Tê îfadekirin ku bagerê welêt serûbin kir. Li hin bajaran pêdiviyên hewce tunene, ji hin bajaran jî qet agahî nayên standin. Li gor agahiyan li hin herêman term li ser rêyan reşiyane û ji ber ba û lehiyê mal jî wêran bûne.