25 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2016
Ji ber berf û bagerê li herêma Rojhilatê Anadoluyê rêya gelek gundan hat girtin.
Hat ragihandin ku li Wanê rêya 657 taxan, li Hekariyê rêya 112 gundan û 328 mezrayan, li Mûşê rêya 290 gundan û Bidlîsê jî rêya 315 gundan hat girtin.
- Wan
Şaredariya Mezin a Wanê daxuyand ku li giştiyê bajêr rêya 657 taxan hatiye girtin û ji bo ku rê bên vekirin 450 xebatkar bi 150 wesayîtan ve dixebitin.
Midûriyeta Herêma 14emîn a Meteorolojiyê daxuyand ku li herêmê berfê bibare û bila welatî ji bo cemed û şepeyê baldar bin.
- Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur daxuyand ku li navendê û gundên navçeyan rêya 290 gundan hat girtin.
Yentur got ku tîm ji serê sibê pê ve dixebitin ku rê bên vekirin.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Ragihandin û Rê ya Îdareya Taybet a Bidlîsê Kerîm Sonmez jî got ku ji ber berf û bagerê li navendê, li 315 gundên girêdayî navçeyan rê hatin girtin.
Sonmez got ku ji bo ku rê bên vekirin 10 ekîp û 43 wesayît dixebitin, wê di demeke kurt de rêyan vekin.
Midûrê Meteorolojiyê ya Bidlîsê Rasîm Saraç jî got ku berfê heta roja sêşemê bibare û divê gel baldar be.
Li Hekariyê jî rêya 112 gundan û 328 mezrayan hat girtin. Xebatkar dixebitin ku rê bên vekirin.
BÎNGOL
Li Bîngolê ji ber ku zêde berf barî û bager çêbû, li bajêr rêya 278 gundan hat girtin.
120 xebatkar ji bo ku rê bên vekirin bi 2 wesayîtên berfê diavêjin, 14 greyder, 8 dozer, 12 kepçe, 3 wesayîtên berfê paqij dikin ve dixebitin.
Li navenda bajêr qalîndahiya berfê 30 santêm, li cihê bilind jî metroyek e.