Konferansa "Kurd Modelên Aştî, Demokrasî û Çareseriyê Nîqaş Dikin" aji aliyê Navenda Lêkolînên Aştiyê ya Rojhilata Navîn a Navneteweyî (IMPR) tê kirin, dewam dike. Ji hemî partiyên kurdan gelek siyasetmedar beşdarî konferansê bûn.
Parlamenter û Berdevkê Partiya Goran Yûsif Mihemed got ku divê pêşî li pêvajoya çareseriyê neyê girtin û wiha dewam kir: "Bê kurdan tirk nikarin bigihîjin armancên xwe. Heke li welatên cînarên Tirkiyeyê aştî tune be, li Tirkiyeyê jî aştî çênabe."
Mihemed diyar kir ku dema aştî tunebe û pirsgirêk bi rêyên siyasî neyên çareserkirin dê şîdet rû bide û wiha dewam kir: "Pêvajoya çareseriyê ya ku par dest pê kir û dewam dike, hêviyên mirov geş dike. Ji ber vê yekê em biştgiriyê didin pêvajoyê. Daxwaza me ew e ku aştî pêk bê. Lêbelê niha em dîbînin ku pêvajo xitimî ye."
- Tirkiye dê ji bo bi hev re tevgerînê bibe model
Mihemed got ku me heta niha li Rojhilata Navîn gelek rûdan û guherîn dîtin û wiha got: "Edî dema xeletiyan nîne. Dê Tirkiye ji bo bi hev re tevgerînê bibe model. Tirk bêyî kurdan nikarin bigihîjin armancên xwe. AK Partî dê polîtîkaya xwe ya aştî û pêşketinê bidomîne. Gelê tirk ji bo aştiyê amade ye. Dê muxalefet jî piştgiriyê bide. Ji bo aştiyê yekîtî girîng e."
Endamê Rêvebiriya Lijneya Partiya Îslamî ya Yekgirtûyê Ebûbekir Alî jî got: "Divê pirsgirêka kurd ji nav nexşeya mêtingeriyê bê rizgar kirin û ji nû ve bê nasandin."
- Gelê kurd kêmnetew nîne
Alî got ku di nav gelên Rojhilata Navîn de çaremîn gelê qelebalix kurd in û wiha dewam kir: "Kurd kêmnetew nînin. Îdeolojî, rêgez û helwestên siyasî yên dibin sedema şer û xwînrijtinê divê bên terikandin. Zimanê tûj ê nîjadperestiyê divê bê tunekirin. Ji bo vê divê mirov ji bin bandora fikr û ramanên berê derkevin. Hewce ye ku dawî li pêvajoya bixwîn, zilm û şidetê bê."
-Dibe ku ferderalîzm bibe rêya çareseriyê
Alî got ku divê pirsgirêka kurd tenê wek pirsgirêka AK Partî û hikûmetê neyê dîtin û wiha pê de çû: "Divê hemû kes piştgiriyê bide çareseriyê. Şert û mercên Ocalan bên guhertin. BDP zêdetir di pêvajoyê de cih bigre. Dibe ku federalîzm ji bo çareseriyê baştir be. Federalîzm, ji bo Tirkiyeyê jî ji bo herêmê jî şiklekî rêvebiriyê yê nû nîne. Di paşerojê de ev rêveberî hatiye ceribandin û gelek kêrhatiye jî."