05 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2016
VAN
Li navçeya Başkaleyê welatiyên ku di bagerê da mehsûr man ji aliyê ekîbên şaredariyê hatin xilaskirin.
Li navçeyê gelek ajovan di bagerê da asê man. Ekîbên şaredariya Başkaleyê û ya Mezin a Wanê bi 5 qirêder û kemçeyan va çûn hawara welatî û ajovanên ku di bagerê da man û heya derengiya şevê xebitîn.
Ajovan Fehmî Firat di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku bagerê rêya taxê xitimand û ji ber hindê jî ew di rê da man.
Fehmî wiha got, "Min divê nexweşê xwe bigîhanda nexweşxaneyê. Ekîbên şaredariya Başkaleyê hatin hawara me. Nexwe ev 4 saet in ku em li vir mehsûr mabûn."