05 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2016
KONYA
Di qezaya trafîkê ya li Eregliya navçeya Konyayê qewimî de li gor eşkerekirinên ewil 6 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan otobusa rêwiyan a bi plakeya 31 Y 8259 ji ber cemedê li ser 15mîn kîlometreya rêya Ereglî-Edeneyê li peyarêya navrê xist û qelibî.
Di wê navberê de otobusa rêwiyan a bi plakeya 21 AC 333an a ku ji Edeneyê ber bi Eregliyê ve diçû jî li otobusa qelibî bû xist. Li gor eşkerekirinên ewil di qezayê de 5 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê mudaxaleyî birîndaran kirin û paşê jî ew bi ambûlansan ve şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Eregliyê.
Li nêzî cihê qezayê jî kamyona bi plakeya 51 BD 876an ji ber cemedê ji rê derket û qelibî. Di wê qezayê de tişt bi kesî nebû û ekîbên rêbejayê jî ji bo rê cemedê negire rê xwêy dikin.