ERBÎL
Hat diyarkirin ku Konferansa Neteweyî ya Kurdan ya ku dê li bajarê Erbîla Herêma Kurdistana Iraqa Federal di 25ê mijdarê de bihahata lidarxistin ji bo demeke nediyar cardin hat taloqkirin.
Endamê Komîteya Amadehiyê biryar da ku konferans cara sêyem bê taloqkirin. Civîn bêyî beşdarbûna çapemeniyê hat lidarxistin. Komîteya Amedihiyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ji ber kêmasiyên teknîkî û hin niqaşên siyasî yên di navbera aliyan de konferans hatiye taloqkirin.
Di daxuyaniyê de ji gelê kurd lêborîn hat xwestin û hat diyarkirin, ji bo ku kongre dê di demeke kurt de bê lidarxistin xebat dê bidomin. Daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bo ku kongre di demeke munasîb de çêbibe Komîteya Amadehiyê xebatên xwe dê bidomîne. Em hêvî dikin ku niqaşên siyasî û alozî bi diyalogê ve û ji bo berjewendiyên kurdan bigîhîje çareseriyekê."